Şewata li Çemê Roj didome

  • 16:11 2 Îlon 2018
  • Ekolojî
DERSÎM - Li herêma Geliyê Roj (Kutudere) ya navenda Dersimê beriya bi du rojan şewata ku ji ber bombebarana eskeran derketî hê jî didome.
 
Şewata daristana herêma Geliyê Roj ku 2 roj berê piştî operasyona eskerî derket didome. Gundên ku li herêma şewatê dimînin salên 90’î ji hêla dewletê ve hatibûn valakirin, beşek jê jî di nav ‘herêma ewlehiya taybet’ de ne. Ji ber ku kes nikare nêzî wan gundên valakirî bibe tu agahî nayê wergirtin. Li hin gundên herêma şewatê ji ber dûxanê pir kêm têne dîtin. Ekoloiîstên Dersimê li Midûrîyeta Karê Daristanê geriyan û xwestin ku şewat were tefandin. Dildarên ekolojiyê li ser hesabê medyaya sosyal Haydar Çetînkaya bi van gotinan helwesta xwe diyar kirin: ‘’Seroktiya Rêveberiya Şewatê, ka tu ji bo çi heyî? Em digerin kes telefonan venake an jî eleqedar nabin. Ev 48 saet derbas bûn lê hê jî kes ji bo şewata li Dersimê bitefîne tiştekî nake. Bacên ku hûn ji bajarên me distînin li we heram be. Nêzîkatiya we ya liv ê dere nêzîkatiya cihêkar e. Ev der ne bajarekî welêt e?