‘Em ê li şûna her dara hatiye şewitandin darek din biçînin’

  • 09:07 31 Tebax 2018
  • Ekolojî
Berîtan Canozer
 
DÊRSÎM- Dêrsimiyan diyar kirin ku êrîşa li hemberî xwzayê di heman demê de li hemberî baweriyan e û dan zanîn ku ji ber civakek ji xwezayê hez dikin, bi taybet êrîşê xwezaya wan tê kirin û gotin ew dest ji xwezaya xwe bernadin, ew ê li şûna her darek ku hatiye şewitandin dareke din biçînin.
 
Li navçeya Pilûr û Hozat a Dêrsîmê bi hezaran hektar daristan bi bombebaran û topebaranê ev meheke tên şewitandin. Li herêmê jiyana gelek zindiyan jî dikeve xetereyê.
 
Li Hozat û Pilûrê bi hinceta ewlehiyê mudaxaleyê şewatê nayê kirin û van rojan li gundê Pulebargî qada daristanê jî şewitî. Aktîvîstên xwezayê yên Dêrsîmê şewat temirandin û gelê Dêrsîmê li hemberî şewatan bi bertekin.
 
Jina bi navê Fadîme diyar kir ku ew bi mêvanî ji Denîzliyê hatiye Dêrsîmê û ji roja hatiye heta niha şewat heye û got: “Em ji xweza û hewaya Dêrsîmê hez dikin û em her sal tên vir. Her kes havînan tê vir. Bi taybet ciwan tên. Xwezayek wisa xweş qetil dikin. Ma çi ji vê axê dixwazin. Bi qetilkirina xwezayê mirovan jî îşkence dikin. Dewlet nahêle kes biçe herêmên şewat lê heye û dixwazin her der tune bibe.”
 
‘Êrîşê baweriya me dikin’
 
Jina bi navê Zeynep jî diyar kir ku bila destê xwe ji xwezayê bikşînin û Dêrsîmê azad berdin û wiha pê de çû: “Hewaya paqij a berê ya Dêrsîmê tune. Bandorê li nebat û sewalên me jî dike ev şewat. Em bi bandor dibin. Bi sedan sewal mirin. Nahêlin kes şewatê bitemirîne. Êrîşa li hemberî xwezayê di heman demê de li hemberî baweriyan e.”