Germav eleqeyeke mezin dibîne

  • 09:02 29 Tebax 2018
  • Ekolojî
WAN-Li gundê Kelekomê yê Ebaxê  germava ku ava wê ji zinaran diherike û şifayê belav dike rastî eleqeyeke mezin a gel, turîstên biyanî û yên xwecihî tê. 
 
Li gundê Kelekomê yê Ebaxa wanê germava ku ava wê ji zinaran diherike ji gelek nexweşiyan re dibe derman.   Bi salan e li heremê kesên ku nexewşiya bayê  îltîhab bi wan re diçin germava Kelekomê û bi ava bi şifa ku ji zinaran diherike xwe derman dikin. Germava bi nav û deng tenê eleqeya welatiyên li herêmê nabîne û di heman demê de her sal ji gelek turîstên xwecihî û yên biyanî re jî malovaniyê dike û şîfayê belav dike. 
 
Welatiyên ku li herêmê dijîn jî  diyar kirin ku germava her sal ji turîstên xwecihî û biyanî re malovaniyê dike û şîfayê belav dike vê salê ava wê kêm bûye. Herwiha welatiyan anî ziman ku divê ev germav û hemû germavên mîna wê ku şîfayê belav dikin bên parastin.