Agirê li Dersimê belav dibe: Leşker nahêlin gundî agir vemirîne

  • 13:11 27 Tebax 2018
  • Ekolojî
DERSIM - Li Dersimê şewat dewam dike. Gundiyên çûn herêma şewatê ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Gundiyan ragihand ku şewat belav dibe, pezkovî û xezal ji herêmê direvin. 
 
Duh serê sibê çoltera navenda Dersimê ji aliyê helîkoptêran ve hat bombebarankirin. Piştî bombebaranê şewatek dijwar li qada daristanê derket. Şewat li herêma Geliyê Avgasor, mezaraya Balî, gundê Muşkirek, mintîqa Kartan, Çiyayê Sincik, Çiyayê Xoşiruk gundê Dîkenlî Mahmut û Garipuşagi mezin dibe û belavî her bihostê dibe. 
 
Gundî duh şew herêma şewatê. Eskeran ji Qereqola Geyîksuyu anons kirin û xestin gundî demildest herêmê biterîkinin. Li ser vê yekê gundî nikaribûn biçin herêma şewatê. Gundiyan ragihand ew nikarin biçin herêma şewatê û ji bo mudaxeleya şewatê banga lezgîn kirin. 
  
Abdullah Çinar ê li gundê Muşkirek rûdinê diyar kir ku eskeran agir bi daristan û xwezaya wan xistiye û got: “Kêfê ji şewata daristanan distînin gelo? Bi rastî jî me wate nadin vê yekê. Bênavber topan diavêjin. Em ditirsin û bi qilqal in. Bax û baxçeyên me hene. Ji bo vemirandinê divê bi lezgînî mudaxele bê kirin.” 
 
Abdullah anî ziman ku duh bi şev şewat hin berfirehtir bûye û got: “Daristan canê me ye. Li cihê daristan lê tunebe, jiyan lê tune ye. Li cihê şewat berfireh dibe pezkovî û xezal direvin. Guneh e, heyf e, zilm e.”