Parlamenterên HDP'ê dê biçin Dersimê

  • 08:55 27 Tebax 2018
  • Ekolojî
DERSÎM - Rêxistina HDP’ê bi armanca mudaxaleya şewata daristana Dersîmê bike dê heyeta ku ji 11 wekîlan pêk tê bişîne Dersîmê. 
 
Şewata li çoltera girêdayî navenda Dersimê ku 18 rojan berdewam kir û bi hezaran dekar daristan hatin şewitandin, bi mudaxeleya dildaran hatibû temartin. Îro serê sibê bombebaran pêk hat û carek din şewat derket. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, serê sibê saet li derdora 07.00’an 2 helîkoptêran herêma Newala Balî û Muşkirek bombebaran kirin û ji ber vê bombebaranê şewat carek din derket. Hat zanîn ku şewatê belavî herêma çoltera Rengul a Çiyayê Sincikê û li herêma Balî û Muşkirek jî şewat berfireh dibe.  Rêxistina HDP’ê bi armanca mudaxaleya şewata daristana Dersîmê bike dê heyeta ku ji 11 wekîlan pêk tê bişîne Dersîmê. Heyeta HDP'ê dê sêşemê biçin Dersimê û li herêma şewatê lêkolîn bikin. 
 
Heyeta ku ji Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen, Parlamenterên HDP'ê Alîcan Onlu, Mahmut Togrul, Erkan Baş, Huda Kaya, Meral Danış Beştaş, Erdal Aydemîr, Murat Çepnî, Mehmet Tîryaki Dilşat Canbaz, Kemal Bulbul pêk tên dê sibe biçin Dersimê.