‘Em ê heta dawiya jiyana xwe biparêzin’

  • 09:05 26 Tebax 2018
  • Ekolojî
Evrîm Kepenek
 
ARTVÎN - Erzade Yalçintaş a 95 salî ku li dijî lêgerîna madenê ya li Cerattepe derdikeve wiha got: “Dixwazin bila me bigirin. Ger Artvîn xilas dibe bila me bigirin.” Hazînder Aksakal a 89 salî jî daxuyakirin ku wê heta dawiya jiyana xwe Artvînê biparêzin.
 
Şîrketa taybet a biryara Dadgeha Destûra Bîngehîn (DDB) nepa û li nêzî Cerattepe ya Artvînê, di mehên borî yên havînê de dest bi lêgerîna madenê kir. Bi sedan dar hatin birîn, ji ber xebatên sondajê sewalên li herêmê jiyana xwe ji dest dan û li dijî qirkirina xwezayê gel têkoşîna xwe didomîne.
 
Bi vê wesîleyê di 19’ê Tebaxê de hat xwestin ku li Zozanên Kafkasor seranserê rojê bernameyek pêk bê lê Walîtiya Artvînê ‘Cejna Qurbanê’ hincet nîşan da û destûr neda bernameyê. Artvînî vê carê heman rojê li qadê ji bo seyrangehê hatin cem hev. Jina bi navê Hazînder Aksakal a 89 salî û Erzade Yalçintaş a 95 salî bala me dikşînin. Ji ber di têkoşîna Artîvînê de bûne sembol behsa têkoşînê dikin.
 
‘Em vê qadê terk nakin’
 
Hazînderê destnîşan kir ku ew ji bilî Artvînê nikare li cihekî din bijî û got divê şîrketa madenê ya ji bo tunekirina Artvînê hatine bila demildest herêmê terk bikin û Erzade jî wiha dibêje: “Artvîn bajarekî girîng yê Tirkiyeyê ye. Xwezaya wê li tu derê tune ye. Çiya û kevirên me bi nebatên şifa tije ye. Em vê qadê nikarin terk bikin.”
 
Erzadeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez ji madenê re dibêjim na. Bila warê me nebe çol. Bila mêşên me masiyên me nekujin. Bila xwezaya me qirêj nekin. Şitlek zarokeke. Darên me dibirin. Ji bo madenê.” Hazînderê jî piştgirî da gotinên Erzadeyê û got bila ev der nebe çol.
 
‘Bila ez bimrim Artvîn xilas bibe’
 
Erzadeyê destnîşan kir ku bila wê bikujin lê madenê bidin sekinandin û got ji bo ew Artvînê diparêze ger wê digirin bila bigirin, ew qebûl dike.
 
Her du jinan jî gotin wê heta dawiya jiyana xwe Artvînê biparêzin.