Bi saya kesên dildar agirê li Dersimê hat kontrolkirin

  • 12:06 23 Tebax 2018
  • Ekolojî
DERSÎM - Welatiyan li Dersimê şewatên daristanê piştî hewldanên bi rojan kirin bin kontrolê. Dildarên ku mudaxaleyî şewatê kirin diyar kirin ku ew dê dîsa biçin herêmên şewatê û kontrol bikin. 
 
Li Herêma Elîbogazî ya navçeya Xazatê ya Dêrsimê piştî operasyonên eskerî û bombebardimanê 18 roj berê şewat derket û bi hezaran hektar daristan şewitî. Welatiyên gund û navçeyên Dersîmê, hunermend, aktîvîstên ekolojiyê, nûnerên HDP, DBP, KCD û rêxistinên civakî bi derfetên xwe bi rojan mudaxaleyî şewatê kirin û hewl dan vemirînin. Welatiyan piştî bi rojan bi dar, ber, bêr, tirmox, melêv, dahs û amûrên din mudaxale kirin, şevê din agirê daristanê kirin bin kontrolê. Wekî her sal îsal jî piştî operasyonan 20 roj berê agir bi daristanê ket û şewata daristanê li gelek herêman belav bû. Bi hezaran hekdar daristan tev bû xwelî. Dîsa bi hezaran sewal şewitîn û mirin. Gelek cureyên nebatên endamîk tune bûn. 
  
Şewata daristanê ku 17 rojan berdewam kir, welatiyan bi derfetên xwe vemirandin. Li gel ku rayedarên walîtî, îdareya taybet a bajar, şaredarî û saziyên din ên fermî agahdar kirin jî tu mudaxale nekirin. Li şûna mudaxale bikin, li gelek nokteyan leşkeran welatî bi hinceta "Herêma ewleyî" asteng kirin. Lê tevî astengî û herêmên qedexe, welatî û dildarên ekolojiyê her tişt dan ber çavên xwe û mudaxale kirin. Dildaran diyar kirin ku dê dîsa biçin hearêma şewatê û herêmê kontrol bikin û destûr nadin ku carek din li herêmê şewat derkeve. Dildaran diyar kirin ku her dewlet bişewitîne ew jî dê dîsa zindî bikin. 
 
Dildarê xwezayê Haydar Çetinkaya diyar kir ku 15 rojin mudaxaleyî şewatê dikin û bi tevahî şewat kirin bin kontrola xwe. Dildar Çetînkaya, anî ziman ku şevê din şewata li herêmên Geliyê Balî, Mezraya Balî, Muşkirek, Çiyayên Bakir, Geliyê Çirtikê û Mezraya Renguyê kirin bin kontrolê Çetinkaya, ani ziman ku niha şewat vemirandine û dê dîsa dubare biçin herêmê kontrol bikin.