Heyeta HDP û DBP'ê: Qadên jiyanê bi destên dewletê tên tunekirin

  • 11:11 22 Tebax 2018
  • Ekolojî
DERSIM - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydeniz a ku di heyetê de cihê xwe digire got:"Ev agira bi destê dewletê derdikeve. Bi vê yekê tê armanckirin ku qadên jiyanê tune bikin."
 
Heyeta ku ji Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Saliha Aydeniz, Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Ayşe Çalikbilek, Necati Prinççoglu, Delegeya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Nurşat Yeşil, pêk tê ji bo lêkolînkirina cihên şewitî çûn Dersimê. Heyetê piştî mudaxaleya ji bo vemirandina agir daxuyanî da. Salihayê li ser navê heyetê daxuyanî da. 
 
'Ji aliyê dewletê tê şewitandin'
 
Salihayê da zanîn ku her sal agir bi çiyayê Dersimê dikeve û got ku ev agir bi zaneyî tê pêxistin û got:"Agirê ku bi daristanan dikeve ji ber ba û ji ber ku mudaxale ji hewayê nabe belav dibe. Dildarên xwezayê hewl didin ku agir vemirînin lê ev têrê nake. Divê ji hewayê de mudaxale bê kirin."
 
Dildarên xwezayê ku her roj diçin herêmê ji bo ku agir vemirînin, têkoşîna xwe didomînin.