17 roj in ku Dersim dişewite

  • 09:05 22 Tebax 2018
  • Ekolojî
DERSIM - Gelê Dersimê yê ku 17 roj in daristanên ku dişewite bi destên xwe hewl didin vemirînin bang kirin û gotin:"Bajarê dîrokî, bajarê xwedî çand û xwezayek mezin tê şewitandin. Divê hemû kes li vî bajarî xwedî derkevin."
 
17 roj berê ji ber avêtina topan û bombebarana helîkopteran li herêma Alibogaya girêdayî Navçeya Xozatê ya Dersimê agir bi daristanê ket. Ji ber ba jî agir her ku diçe belav dibe. Gelek qadên daristanê şewitîn û gelek ajal jî hatin tunekirin. Tevî ku destûrê nadin gel, gel dîsa jî bi hewldana xwe nahêle ku agir belav bibe. 
 
Li dijî pêketin agir a her salan pêk tê gelê Dersimê bang kir û got:"Bajarê dîrokî, bajarê xwedî çand û xwezayek mezin tê şewitandin. Divê hemû kes li vî bajarî xwedî derkevin."
 
Aylin Acim da zanîn ku li ser medyaya civakî parvekirinên nîjadperestî derbarê Dersimê de tê parvekirin û bertek nîşanî vê yekê da û got:"Bajarê dîrokî, bajarê xwedî çand û xwezayek mezin tê şewitandin. Divê hemû kes li vî bajarî xwedî derkevin."
 
Banga piştevaniyê
 
Nerman Ergul da zanîn ku agirê ku li Dersimê belav dibe zirarê dide her tiştî û got:"Gelek ajal ji ber vî agirî mirin. Gel hat mexdûrkirin. Divê hemû kes li dijî vê yekê hestiyar tev bigere û piştgiriyê bidin Dersimê."
 
'Berpirsiyarê vî agirê ku belav dibe dewlet e'
 
Cemile Çola jî wiha got:"Berpirsiyarê vî agirê ku belav dibe dewlet e. Ev agira encax ji hewayê bê vemirandin lê dewlet peywira xwe bi cih nîne. Bi heftaye ku mudaxaleyî agir nayê kirin. Gelek cih şewitî û gelek ajal mirin. Berpirsiyarê vê yekê jî dewlet bi xwe ye."