Gundiyan şewata Çiyayê Zengokê vemirandin

  • 12:43 21 Tebax 2018
  • Ekolojî
MÛŞ - Gundiyan şewata li Çiyayê Zengokê ya navbera Navenda Mûşê û Navçeya Pasûrê ku 4 roj in berdewam dike kirin bin kontrolê. 
 
Welatiyên gundê Zengokê şewata li Çiyayê Zengokê ku dikeve navbera Navçeya Pasûrê û Navenda Mûşê kirin bin kontrolê. Şewata li Gundê Zengokê yê Navçeya Pasûrê ku di sala 1993'an de hatibû valakirin, 4 rojin berdewam dike. Piştî welatiyên gundê Zengokê û gundiyên herêmê mudaxaleyî şewatê kirin, şewata daristanê vemirî. Çar roj berê piştî cerdevanên ku nobeta Rêya Trênê digirin herêm gulebaran kiribûn û daristan şewitandibûn. Şewata ku ji aliyê cerdevanan ve bi daristanê ket, bi mudaxaleya welatiyên gundê Zengok û derdorê hat vemirandin. Welatiyan bi alîkariya maşîneyên kar ên Midûriyeta Daristanê û Îdareya Taybet a Bajar şewat vemirandin. 
 
Hat diyar kirin ku di nava 4 rojan de 600 dolim zevî şewitî.