16 roj in ku Dêrsim dişewite: Gel herikîn qadên ku dişewitin

  • 11:39 21 Tebax 2018
  • Ekolojî
DÊRSİM - Di encama topbaran leşkeran de agir bi daristanên Dêrsimê ket û ev 16 roj in ku daristan dişewitin. Heyeta HDP'ê ya ku Parlamentera Amedê Saliha Aydeniz jî di nav de ji bo vemirandina agirê daristinê çûn qada ku ev 16 roj in agir pê ketiye û hîn jî didome. 
 
Di encama topbaran leşkeran de agir bi herêma Alibogazi ya navçeya Xozata Dêrsimê ket û ev 16 roj in ku daristan dişewitin. Gelê Dêrsimê bi rojan e ku hewl didin agir vemirînin. Îro jî heyeta ku Parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydeniz, Endama PM'a DBP'ê Ayşe Çelikbilek, endamê PM'a HDP'ê Necati Pirinççoglu di nav de û gelek kes ji bo agir vemirînin herikîn herêma Muşkireka Dêrsimê.