Dêrsîm cihê ji agir e: Goristan şewitîn

  • 09:23 20 Tebax 2018
  • Ekolojî
Gulîstan Azak
 
DÊSÎM - Li navçeya Xozat a Dêrsîmê li zozanên gundê Çakmakli şewata derketiye didome û kesên çûne zozanan jî wiha dibêjin: “Daristan ji hewayê ve bombebaran kirin. Li daristananê goristanên gund hebûn. Wê hesabê wan daristanan çawa bidin. Zarokên mezin bibin wê li gorên mezinên xwe negerin.” Welatiyên li herêma zozanan her wiha banga ‘Madem hun ji me re dibêjin derkevin zozanan hun çima bi helîkoptera bombeyan davêjin ser me.’ li dewletê kirin.
 
Li herêma Alîbogazi ya Xozat a Dêrsîmê roj berê di encama avêtina topan û bombebaranê de şewat derket û zozanên Zengî, Kuzulca, Taşbaşi, tanzi, Mezraya Pîamlî, Degîrmendere, Zogar, Boydaş û Çakmakli girt nav xwe û mezin bû. Welatiyên li zozanên Çakmaliyê fikarên xwe yên der barê şewatan de vegotin.
 
‘Leşkeran bi helîkopteran bombebaran kir’
 
Xezal Dogan diyar kir ku qada daristanê ev 16 roje dişewite û got şewat jî ji aliyê leşkeran ve hatiye destpêkirin û wiha got: “16 roj berê leşkeran ji boa lavan bibin qerekolê hatin gund. Piştî vegeriyan du helîkopter ji ser qada daristanê firiyan. Bombe avêtinê û çûn. Dema bombe avêtin hemû kesî bi çavê xwe dît.”
 
‘Ma dixwazin me bişewitînin’
 
Xezalê daxuyakirin ku hikûmet ji bo zozanvaniyê teşwîq bike ji gundiyan re gotiye ‘bibe havîn derkevin zozanan’ û wiha pê de çû: “Madem hun wisa dibêjin hun çima bi helîkopteran bombeyan dibarînin. We her tiştê me şewitand û hun çun. Hun çi ji me dixwazin.”
 
Gulperî Dogan jî destnîşan kir ku dewlet bi salane bi polîtîkayên taybet berê xwe dide vê herêmê û got: “Em xizanin. Hemû deriyên kar û pîşeyê ji zarokên me re girtîne. Welatiyên me yên koç kirine hemû xizanin. Yên xwestin vegerin jî xaniyê wan nema bû. Hemû hatin hilweşandin. Di salên 90’î de çawa qadên jiyana me şewitandin îro jî bi heman awayî dişewitînin.”