Leşker welatiyên ku dixwazin agir vemirînin asteng dike

  • 12:47 19 Tebax 2018
  • Ekolojî
ÇEWLIK - Li çoltarên Darahênê welatiyên ku dixwazin şewata 3 roj e belav dibe vemirînin ji aliyê leşkeriyê ve tên astengkirin.
 
Li navçeya Darahênê ya Çewlikê li herêmên ku wekî "Herêma ewlehiyê" hatin îlankirin li  çoltarên gundê Sivan, Doganli, Suveren ku qereqola cendirmeyan lê heye ji ber ku darên li dora qereqolê hatin şewitandin şewat derket. Şewata ku mudaxele lê nehat kirin roj bi roj belav bûn. Welatiyên ku xwetin şewata belav dibe vemirînin ji aliyê leşekriyê  ve bi hinceta herêma qexeye hatin astengkirin.
 
Welatî dixwazin ku şwata xwe gîhandiye sînorên gundên wan vemirînin.