Şewata li daristanên Dara Hênê, gehişt sînorê gundan

  • 12:43 18 Tebax 2018
  • Ekolojî
ÇEWLIK - Ji bo vemirandina şewata daristanên li çoltera navçeya Dara Hêne rû da, tu xebat nayên kirin. Hat diyarkirin ku gundî, ji bo şewat neavêje malên wan, hewl didin şewatê asteng bikin.
 
Şewata berî du rojan li daristanên gundên Doganli, Sîvan û Suveren ên navçeyên Dara  Hêne ya Çewlîkê rû da, ji ber bayê li hemû herêmê belav dibe. Gundî ji bo şewat neavêje malên wan hewl didin şewatê asteng bikin. Hat diyar kirin ku bi tu awayê rayedar mûdaxileyê şewatê nakin.
 
Nikarin xwe bigihînin walî
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar kir ku ew dixwazim bi waliyê Çewlikê re bikevin têkiliyê, lê nikarin xwe bigihînin walî.