Ji bo çêkirina kaniya dîrokî ya 6 hezar salî destur nayê dayîn

  • 09:12 18 Tebax 2018
  • Ekolojî
ŞIRNEX- Kaniya Tîmur a li Hezexê ye û ji sedsala 15’emîn maye, di pêvajoya qedexeya derketina derve de ji aliyê polîsan ve bi kepçeyan hat xerakirin û tevî daxwazên ji bo restorekirina kaniyê, qeymeqamtî daxwazan red dike.
 
Li navçeya Hezex a Şirnexê Kaniya Tîmur a di sedsala 15’emîn de ji aliyê Tîmurlenk ve hatiye çêkirin, 3 sal berê ji ber qedexeya derketina derve ji aliyê polîsan ve bi hinceta ‘xendek hene’ hatibû hilweşandin. Tevî ku di pêvajoya qedexeyê de xendek nehatin kolan, kaniya 6 hezar salî ya dîrokî ya li taxa Yenîmahaleyê hat wêrankirin. Ji bo ji nû ve kanî bê çêkirin serlêdan tên kirin lê her carê ji aliyê qeymeqamtiyê ve ev serlêdan tê redkirin.
 
3 sal e hilweşandin e
 
Kaniya ku hema hema hemû kevirên wê şikya ne, ev sê sal e hilweşandiye. Ji bo kaniya ku hatiye hilweşandin jî destura restorekirinê nayê dayîn.
 
Qeymeqamtî red dike
 
Li gorî îfadeyên welatiyên li taxê, di kaniya ku gel xwedî lê derdikeve de bi dehan zarok li derdora wê  mezin bûne. Kanî ava xwe ji binê erdê digire û piştî hilweşîne carek din av neda. Li ser daxwaza gel keyayê taxê bi dehan carî ji bo tamîrkirina kaniyê serlêdan kir lê her carê hat redkirin. Gelê taxê diyar kirku divêdemildest ev kanî bê çêkirin û wê israrên xwe bidomînin.