Gelaşa ku tê valakirin jiyana ekolojîk tehdîd dike

  • 10:03 17 Tebax 2018
  • Ekolojî
Hîkmet Tunç
 
WAN- Li ser riya Qelqeliyê li qada ku mêrg e ev 40 sal e ku gelaş tê valakirin û ev jî di serî de li zarokan li ser hemû zindiyan  bandorek mezin dike. Rêveberê DBP’ê jî diyar kirin ku beriya qeyûm ji bo gelaş bê rakirin serî li Wezareta Çandiniyê dane û serlêdan hatiye redkirin.
 
Li Wanê ev 40 sale gelaş ji navend û navçeyan tê raste rast li ser riya Qelqeliyê li qada  mêrg tê valakirin. Li mêrgê ji ber gelaşa hatiye valakirin bîhneke xerab heye û li nêzî 50 hektar  ali 50 hektar qadî çopa hatiye valakirin jî nêzî 4 mîlyon tonî ye. Çop rê li ber gelek nexweşiyan jî vedike û taxên derdora mêrgê jî mexdurin.
 
Di heman demê de cureyên çûkan, pisîk û kuçikên li dora Gola Sixkê û gelek cureyên din jî ji vê rewşê nisîbê xwe digirin.
Gelaşa tê valakirin ser ji 50 zêdetir hektar hatiye valakirin û  ji bo zindiyan xetereyek mezine. Welatiyên taxa Uzumbey û Şafak diyar dikin ku divê demildest ev gelaş bê rakirin. Gelaşa ku salê 23 mîlyon metrekup gaza metan li xwezayê belav dike, tevî hemû serlêdanan nayê rakirin û ev jî ji bo zindiyan karasetek mezine.
 
'Zarok nexweş dikevin'
 
Xezal Caner ku ji taxa Şafake got ev 8 sal e ji ber bîhana gelaş zarokên wan her tim bi enfeksyonê dikevin û got: “Zarok nikarin li kolanê bilîzin. Em her tim dibin nexweşxanê. Ocaxek tenduristiyê tune. Em dibin nexweşxaneyên dewletê. Doktor dibêjin ji ber mîkrobê nexweş dikevin. Ne tenê zarok hemû zindî zirarê dibînin. Pirça mirişk û kuçikan diweşe. Piranî mirîşkên me jehrî bûn ûmirin. Ez vê pirsê dipirsim ‘un dikarin saetekê di heman hewayê de bijîn?.”
 
‘Em nikarin derkevin derve’
 
Zeynep Altun jî got wekî mêvan hatiye Wanê û li dijî vî dîmenî berteka xwe wiha anî ziman: “Çima ev ax wisa tê piştgûhkirin. Ev du hefteye ez hatime mala dayika xwe. Bi roj ji ber germahiyê gelaş jehrê belav dike. Bi şev jî ji ber ba em derî û paça digirin. Divê demildest çareyek bê dîtin. "
 
‘Her roj 700 ton gelaş tê valakirin’
 
Rêveberên DBP’ê yên Wanê jî got beriya qeyûm bê tayînkirin ji bo ev gelaş bê rakirin serî li wezaretê dane û got: “ Niha 3 mîlyon ton gelaş li qadê kom bûye. Rojane 700 ton gelaş navçeyên Îpekyolu, Artemît û Tuşbayê tên valakirin.”