Baroya Dersimê: Divê demildest mûdaxile li şewatê bê kirin

  • 16:33 15 Tebax 2018
  • Ekolojî
DERSIM - Baroya Dersimê, diyar kir ku divê demildest mûdaxileya şewata daristanên çolterên navçeya Xozatê bê kirin. 
 
Şewata berî bi hefteyekêye, li daristanên herêmên Degirmendere, Zogan, Zenge, Koçerî, Bozan, Koskozulca û Dundul ên  Alîbaogaziya navçeya Xozata Dersimê berdewam dike û bi tu awayî rayedar mûdaxileyê şewatê nakin. Ji ber bombebarana helîkopterên tîpa kobra û topên hewanê yên ji qereqola Amutka hatin avêtin, şewat derket û ji ber ku kes mûdaxileyê şewatê nake, belav dibe. Baroya Dêrsimê bertek nîşanî vê yekê dan û xwestin rayedar demildest mûdaxileyê şewatê bikin. 
 
 Baroya Dersimê ku derbarê şewata li herêmê berdewam dike de, daxuyaniyek nivîskî weşandin wiha got: "Ji bo parastina daristanan û divê dewlet tedbîran bigire û ev berpirsiyariya dewletê ye. Nabe ku propagendeya siyasî li ser texrîbkirina daristanan bê kirin."
 
Baroyê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Divê demildest mûdaxileyê şewata li navçeya Xozata Dersimê ya berdewam dike bê kirin. Şewata daristinan tu carî nayê qebûlkirin. Emê weke Baroya Tencelî şopdarê pêvjoya hiqûqî ya şewata daristanan bin."