Qeyûm Sulava Bêgiriyê difiroşe

  • 09:57 15 Tebax 2018
  • Ekolojî
Hîkmet Tunç
 
WAN-Sulava Bêgiriyê ku di her demsala salê de tê ziyaretkirin û bi xweşikahiya xwe mirovan matmayî dihêle, ji aliyê qeyûm ve ji bo 49 salan dewrî şîrketek taybet tê kirin. Endama Tevgera Ekolojiyê Seher Kadîr Ataşoglu got: “Qeyûm ji bo hemû çavkaniyên xwezayê yên navçeyê bifroşe û texrîb bike projeyan amade dike.”
 
Sulava Bêgiriyê ya Wanê ku bi heybeta xwe balê dikşîne rastî eleqeyek mezin a turîstên herêmî û biyanî tê.  Lê qeyûmê tayînê şaredariyê bûye di bin navê xebata rekreasyon û restorasyonê sûlavê dewrê şîrketek taybet dike.  Sulav her demsalê ji gel re vekiriye û Çemê Mahîbendî yê Sulavê xwedî dike jî bi hêkên ku Masiyên Încîkefalî lê datînin navdar e. Endama tevgera Ekolojîyê Seher Kadîr Ataşoglu diyar kir ku wê sulav bi projeyê bibe tekel û got zîhniyeta qeyûm ya rekrasyon û restorasyonê ji aliyê her kesî ve tê zanîn.
 
‘Dixwazin texrîb bikin’
 
Seherê destnîşan kir ku Sulav ruyê bajar yê tê dîtinê ye û wiha got: “Încî Kefalî li wir bîhna xwe digirin, hêkên xwe li wir datînin, gelek zindî lê dijîn. Niha qeyûm bi polîtîkayên xwe dixwaze wir texrîb bike.  Xebatên rekrasyon û restorasyonê demek berê  li Sûka Penîr a Dîrokî bûn sedema mirina kesan. Gotin em ê aliyên wê yên dîrokî biparêzin, lê bi giştî hilweşandin. Di dema hilweşînê de jî tedbîr negirtin û zarokekî biçûk jiyana xwe ji dest da.
 
‘Av wê bibe tekel’
 
Seherê bi lêv kir ku wê  bi çêkirina peyzaj û derdorê sînor nemînin û piştî bi kirê bidin şîrketê wê êdî mirov nikaribin li wir seyranê bikin û wê ketina wê bibe bi pere û  got: “Di bin navê xizmetê de wê jiyana gelek zindiyan bikeve bin xetereyê.  Em wek ekolojîst daxwaz dikin ku demildest pêşî li vê texrîbatê bê girtin.”