Li Şirnexê darên ku nehatine şewitandin jî bi hinceta ewlehiyê tên birîn

  • 09:10 13 Tebax 2018
  • Ekolojî
ŞIRNEX-Li Şirnexa ku ji ber şewata daristanê cihekî şîn nemaye,  darên ku mane jî ji aliyê cerdevanan ve tên birîn. Li herêma ku di salekê de bi hezaran dar jî hatin birîng, li gorî Walîtiyê, hemû tiştên tên kirin ji bo ewlehiyê ne.
 
Her sal bi hinceta operasyonan şewat tê derxistin û yek ji van cihên ku para xwe jê digire Şirnex e.  Bajarê ku her çar aliyê wê bi çiyan hatiye dorpêçkirin, vê havînê hema hema her derê wê hat şewitandin.  Li Cudî, Besta, Jîrka û Kato bi sedan hektar qad tune bûn.  Darên ku ji şewatê xilas bûn yanî ji Şirnexê heta Qilabanê jî ev saleke ji aliyê cerdevanan ve bi hinceta ewlehiyê tên birîn.
 
Darên naşewitin jî tên birîn
 
Îsal ewil li bajaroka Balveren a Şirnexê şewat derket û çiyayê Cudî xist bin bandora xwe û ji ber mudaxale jî nehat kirin sewal û xwezayê zirarek mezin dît. Li sedan qadên hatine qedexekirin di encama operasyonan de di mehekê de gelek daristan hatin şewitandin.  Li Cudî, Besta û Gabarê jî di dîrokên cuda de şewata hat derxistin  bi rojan berdewam kir. Hat hînbûn ku darên zirar nedîtibûn jî ji aliyê cerdevanan ve hatine birîn.
 
Walîtî: Ji bo ewlehiyê çi hewce be emê bikin!
 
Tê îdiakirin ku darên ji bajaroka Balverenê bigirin heta gundê Xabur ya derketina Qilabanê piştî hatine birîn ji aliyê cerdevanan ve hatine firotin. Hat hînbûn ku piştî şewatên hatine jiyîn saziyên bi Walî re hevdîtin kirine bersiva ‘Hemû ji bo ewlehiyê tên kirin. Ji bo vê çi hewce be emê bikin’ girtine.