Ava Spî di bin tehdîda kana keviran de ye: Hemû zindî zirarê dibînin

  • 09:04 12 Tebax 2018
  • Ekolojî
MÊRDÎN - Geliyê Ava Spî ya bi xweşikahiya xwe ya xwezayê balê dikşîne û di navbera Nisêbîn- Mîdyadê de ye, ji ber kana keviran a bi salan e li herêmê xebatan dimeşîne bi xetereya tunê bûnê re rû bi rû ye. Kana ku tevî hişyariyan nayê girtin zirarê dide hemû zindiyên herêmê.
 
Tesîsên Kirmataş û Betona Amade ya aîdê Metal Înşatê ye û li Çemê Ava Spî ya navbera navçeya Nisêbîn û Mîdyat a Mêrdînê ye, jiyana hemû zindiyan tehdîd dike. Kana keviran ku ev 10 sale di meriyetê de ye, li herêmê di vê pêvajoyê de rê li ber zirarên mezin vekir. Tevî ku gelê herêmê bi dehan carî gilî kir û serlêdana sûc kir jî û tevî ku kan kaçaxe jî nayê girtin.
 
Zirara didin gelî mezin e
 
Geliyê di 20 kîlometreya riya Nisêbîn û Mîdyatê de ye, di Çemê Çag Çag de xweşikahiya çar demsalî dihewîne. Ava spî ya hewcedariya ava Mêrdînê pêk tîne bi taybet di mehên havînê de bala gelê herêmê û turîstan dikşîne. Xwediyên kargeriyên ava spî diyar dikin ku ew bi vekirina kanê re guherîna li çem baş dibînin û gotin di rewşa kan faliyetan bidomîne de wê çem zirarek mezin bibîne.
 
Jiyan tune dibe
 
Kana di çiya de hatiye vekirin heta niha bi sedan dar û zindî tune kir. Kana ku çiya dikole, di zinaran de her roj bi dehan dînamît tên teqandin. Bi teqîna dînamîtan re sewal tên qetilkirin û hejîna ji ber teqînê zirarê dide çavkaniyên avê jî. Axa ji kanê dertê, gel jî nerehet dike û av jî ji ber vê qirêj dibin. 
 
Tevî kaçaxe jî nayê girtin
 
Ekolojîstan berê jî bi dehan carî ji bo kanê bang kirin û kampanyayek îmzeyan dan destpêkirin. Tevî serlêdana sûc ya gundiyan û xwediyên kargeriyan jî kana ku kaçax e nayê girtin.