Eylem Tuncaelî: KHK’a Nukleerê li dijî hiqûq, zanist û mêjî ye

  • 09:06 6 Tebax 2018
  • Ekolojî
STENBOL - Hevberdevka Partiya Sol Gelekcek û Keskan Eylem Tuncaellî diyar kir ku bi KHK’a di çarçoveya OHAL’ê de hatiye weşandin de Saziya Sererastkirina Nukleerê hatiye avakirin û got ev li dijî ‘hiqûq, zanist û mejî ye’ û bal kişand ser tehdîda nukleerê ya li ser tenduristiya mirovan û xwezayê.
 
Di KHK’a  hejmara 702 a di 9’ê Tîrmehê de hat weşandin de Tirkiyeyê di mijara nukleerê de pêngavek nû avêt. Li gorî KHK’a hatiye weşandin, wê Saziya Sererastkirina Nukleerê bê avakirin û di vê saziyê de wê 120 kes bixebitin. Lê ev sazî jî di nav saziyên ku nayên kontrolkirinê de ye. Ev jî tê wateya ku ev biryar raste rast girêdayî Serokomarê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan e. 
Hevberdevka Partiya Sol Gelekcek û Keskan Eylem yek ji kesên bi salane li dijî nukleerê têdikoşe ye. Eylemê îfadeyên desthilatdariyê ya ‘bixwazin jî nexwazin jî em ê bikim’ rexne kir û got DYA û Ewropayê dest ji nukleerê berdane.
 
‘Sedema vê israrê çi ye’
 
Eylemê diyar kir ku ew hîna kîmyasalên bi xeter û bermahiyan dikarin di bin kontrolê de bigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber bermahiyên kîmyewî li Tirkiyeyê karasetên derdorê çêdibin. Ligel rîskan dixwazin ji  enerjiyên biha re  razemeniyê bikin. Tehdîda li ser mirovan aşkera ye. Gelo israra di vê rêbazê de çi ye?”
 
‘Ew dibêjin wê di polîtîkaya derve de koz be’
 
Eylemê bi lêv kir ku desthilatdarî tenê berjewendiya xwe difikire û bi vî awayî li santralên nukleerê dinêre û got: “Ew dibêjin qey bibin xwediyê vê teknolojiyê tiştekî baş e. Ew dibêjin wê di polîtîkaya derve de wek koz be.”
 
Divê Tirkiye demildest dest jê berde
 
Eylemê ev tişt anî ziman: “Lê ew teknolojî ne aydê wan e. Em ji Akkuyu dizanin. Ev santrala divê neyê çêkirin teknolojiyek berê ye. Ma gelo çavkaniyên uranyumê yên Tirkiyeyê hene?  Madeya esas ne aydê Tirkiyeyê ye û teknolojî jî ya kevn e. Divê Tirkiye demildest dest ji vê berde. Xetere sînoran nas nake. Dikare di mijarê nû de rêbazan bi kar bînin. Ev pêkanîn li dijî hiqûq, zanist û mejî ye.”