Li Rizeyê lehî û hezaz: Malek hilweşiya

  • 13:08 2 Tebax 2018
  • Ekolojî
RIZE - Ji ber barana zêde li Rizeyê lehî û hezaz pêk hat. Piştî hezazê yên ku hatibûn betlaneyê mehsûr man û malek ji ber lehiyê hilweşiya. 
 
Li Rizeyê piştî nîvro ji ber barana ku zêde bariya lehî û hezaz pêk hat. Li Navçeya Çalihemşînê ji ber barana zêde li Zozanên Palovitê ezaz pêk hat. 3 kesên ku bi motosiklêtê derketibûn rê jiber hezazê di rê de man. 3 kesên ku di rê de man piştî 2 saet û nîvan hatin rizgarkirin. Hat hînbûn ku kesên ji hezazê hatine rizgarkirin di warê tenduristiyê de tu pirsgirêka wan tune ye. Di encama lehiyê de jî malek hilweşiya. 
 
Hişyariya barana zêde
 
Nûnerên meterolojiyê diyar kirin ku dê li Rojhilatê Behra Reş barana zêde bibare. Nûnerên meterolojiyê hişyar kirin û anîn ziman ku divê gel tedbîra xwe bigirin.