Em li vir jeotermalê naxwazin!

  • 09:11 31 Tîrmeh 2018
  • Ekolojî
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Gundiyên Başkoy û yên derdorê ku li dijî JES’ên Tîreyê derdikevin gotin: “Ev 6 sal e li pey me lîstikan dilîzin. Destûr girtine bi veşarî dixebitin. Em ê destûrê nedin texrîbkirina xwezayê.
 
Taxa Başkoy a navçeya Tîre ya  Îzmîrê li dijî destûra sondaja bi armanca lêgerîna jeotermalê li herêma xazîneyê ya 5 hezar û 431 metrekareyî, hatiye dayîn dertên. Şîrketa bi navê Pozîtîf Enerjî xebatên sondajê dimeşînin û ev jî çavkaniya debarê ya gelê herêmê tehdîd dike. Gundiyan got bêyî agahiya wan proje ji 2010’an de hatiye plankirin.
 
Gundiyan daxuyakirin ku jeotermala ku raste rast bandorê li ser gundên Başkoy, Akmescîd, Topalak, Ortakoy û Yemîşlerê dike, bi sulfura dertê holê wê gelî ziwa bibe û gotin ew naxwazin tiştên li Germencîkê hatine jiyîn li Başkoyê jî bê jiyîn.
 
Şêniyên gund destnîşan kirin ku xebatên jeotermalê têkildarî qanûna Buyukşehîrê ye û gotin ji aliyê Midûriyeta Harîta û Kadastroyê ve ji sala 2010’an heta niha bi zanebûn tapo ji bo herêmê nedane û gotin ji bilî gundê Başkoyê, gundên bê tapo tune ye.
 
Wê doz bê vekirin
 
Gundiyên hîn bûn ku di 18’ê Tîrmehê de li ser malpera înternetê ya Wezareta Bajarvanî û Derdorê  rapora Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) tê dayîn, bi komîsyona ji 3 kesî pêk tê wê dozê vebikin.
 
Jina bi navê Huriye Gulmez bi lêv kir ku ji 5 hezarî zêdetir kes li vir ser zeviyan dixebitin û debara xwe dikin û got ji ber JES’an bîhna kukurtê tê. Huriyeyê wiha got: “Zirara ku fêkî dibînin wê li me jî bike. Çima vê hewa û xwezaya xweş tune dikin. Gelo wê bi kuştina me pêş de biçin.” 
 
Pinar Aydin jî got piştî çalakiya li gund pêk anîne du memurên girêdayî Midûriyeta Mal hatine herêmê û wiha got: “Me xwest di dosyayên wan de çi heye. Me got gelo lîstikek tê lîstin. Ev 6 sale li pey me lîstikan dilîzin. Destûr girtine, veşarî xebitîne. Ger dest bi kar bikin em çi jî bikin wê nebe. Em li vir jeotermalê naxwazin.”