DEDEF: Şewat bi zanebûn hatiye derxistin

  • 15:25 30 Tîrmeh 2018
  • Ekolojî
DÊRSIM – Li Dersimê 3 roj şewata daristanan dewam kir û piştre vemirandin.  DEDEF’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di rojên mîhrîcanê de  şewata daristanan bi zanebûn hatiye kirin. 
 
Balkêş e ku şewata daristanan a li Dersimê rastî Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dersimê ku hat qedexekirin hat. Li herêma gundên Aşagi Yakabaşi û Çataksu yên Pertekê û herêma Alîbogazi, Demîrkapı yên Xozatê 3 rojan şewatê dewam kir û piştî 3 rojan vemirandin. Şewata li herêma Pertekê bi balafirên vemirandinê xistin bin kontrolê, lê qada 600 hektar şewitî. Li herêma Xozatê jî ji ber bombebarana helîkoptêran şewat derketibû û 3 roj domiya û duh hat  vemirandin. 
 
Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF)  tekildarî şewatê daxuyaniyek da û  diyar kir ku li Dersimê şewat kronîk bûye û her sal bi zanebûn daristanê didin ber şewatê. DEDEF'ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Daristanên me bi zanebûn didin şewitandin. Şewata daristanan a îsal bi zanebûn di dema Mîhrîcana Dersimê de pêk anîn. Ev tiştek bi zanebûn e. Di demek mirov pêl bi pêl tên Dersimê dê şewat hat derxistin. Armanca wan ew e yên tên mîhrîcanê çavtirsandî bikin. Dixwazin serdana gel a li cihên pîroz asteng bikin. Lê li gel viya jî gel dîsa çû serdana cihên pîroz. Mîhrîcan gihîşt armanca xwe.”