‘Ji bo em ji vir derkevin her sal dişewitînin’

  • 09:14 30 Tîrmeh 2018
  • Ekolojî
MÊRDÎN - Li Omeryana ku her sal bi şewatên daristanan tê rojevê, dîsa çar roj berê şewat derket û li gundan belav bû. Yek ji van gundan gundê Serêkaniyê bû. Terfa Yildirim  a ji gundê Serêkaniyê got: “Ji bo em ji vir derkevin û biçin vê her sal dikin.”
 
Li herêma Omeryan a girêdayê Nisêbîn a Mêrdînê  sê roj berê qedexeya derketina derve hat îlankirin û piştî vê şewat derket, bi hezaran hektar daristan tune kir. Şewat gihaşt heta gundên derdorê û di şertên zehmet de hat temirandin. Yek ji gundên ku şewat gihaştê Serêkaniyê bû. Li gund yek sewalek û baxçeyek nema. Jina bi navê Terfa da zanîn ku li gund tenê çend malbat mane û dixwazin van jî bidin koçberkirin.
 
Di çend saetan de gihaşt gund
 
Terfa ya roja bûyerê vegot, bi lêv kir ku ji dûmana ji lutkeyên çiyan bilind bûye, şewat derketiye û wiha pê de çû: “Ji ber ba şewat zêde bû. Ba tûnd bû. Me sibehê saet di 9’an de şewat dît û êvarê saet di 4’an d e gihaşt gund. Em giriyan, me alîkarî xwest lê kes nehat. Herî dawî  kurê min xwe avêt agirkujê. Agirkuj hat. Agirkujê jî av avêt û çû. Bi ava wan agir kêm nebû.”
 
‘Em nikarin daran biçînin sewalan xwedî bikin’
 
Terfayê destnîşan kir ku ji ber şewata derdiketiye sewalên wê telef bûne, xaniyê wan zirar dîtiye û got her sal vê pêkanînê dijîn û ji ber şewatê nikarin darekê biçînin û sewalan xwedî bikin.
Terfayê di dawiya axaftina xwe de bertek nîşanî rewşê da û diyar kir ku ji bo wan ji vir derxînin û bidin koçberkirin her sal van deran dişewitînin. Terfayê got ew ji gundê xwe dernakevin û dixwazin bila wan jî bikujin.