TJA û Platforma Jinan a Dîcle Amedê bertek nîşanî şewata daristanan dan: Xweza tê qetilkrin

  • 16:55 29 Tîrmeh 2018
  • Ekolojî
AMED - Jinan bertek nîşanî şewata daristanan a ku ji ber operasonên leşkerî derdikeve dan û wiha gotin: "Di bin navê operasyonên leşkerî de xweza tê qetilkirin. Qirkirina xwezayê qirkirina jinan e."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û  Platforma Jinan  a Dîcle Amedê, ji bo ku balê bikişînin ser şewata di encma operasyonên leşkerî de tê derxistin li ber AZC Plazaya li Yenîşehira Amedê daxuyanî ji çapemeniyê re dan.  Di daxuyaniya ku hat dayîn de parlamenterên HDP'ê rêxistinên bajar ên HDP û DBP'ê û gelek nûnerên saziyên sivîl jî tevli bûn. 
 
Di destpêka daxuyaniyê de Hevseroka HDP'ê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn axivî.  Fîlîz diyar kir ku di meha dawîn a vê salê de li bajarên herêma me ji ber operasyonên leşkerî daristan tên şewitandin û duh jî li Licê û Pasurê û gundên girêdayî wan ji ber opersyonên leşkerî qadên daristanê bûn xwelî.
 
'Daristanên ku gelek tên hezkirin tên şewitandin'
 
Parlamentera HDP'ê Sermra Guzel a ku li ser navê TJA û Platforma Jinan a Dîcle Amdê axivî jî diyar kir ku di hefteya dawîn a mehê de li herêma Omariyan a Mêrdînê, li navçeyên Pasur, Licê yên Amedê û li navçeya Pertek ya Dêrsimê di şewata ku derket raya giştî ditirsîne. Semra wiha dirêjî da axafitina xwe: "Xwezaya ku ji bo gundiyan gelek girîng e tê şewitandin. Zîhniyeta ku çand, ziman û nasnameya kurdan nikare qebûl bike, tehamûlî daristanên erdnîgariya ku kurd lê dijîn jî nake." 
 
'Her darek nefesek e'
 
Semra di berdewamiya axafitna xwe de diyar kir ku neçareserkirina pirsgirêka kurd bandorê li ser xwezayê jî dike û ev tişt got: "Operasyonên ku bi hinceta ewlehiyê tên kirin tenê zerarê nadin xwezayê. Jiyana mirovan dixe xeteriyê. Her dareke ku dişwite jiyanek û nefesek e. Her darek wekî mirovan pêdiviya wan bi azadiyê heye." 
 
 
Parlamentrera HDP'ê Salîha Aydenîz jî diyar kir ku di bin navê operasyonên leşkerî de xweza tê texrîbkirin û wiha got: "Dixwazin gudên me vala bihêlin û hedef dikin ku koçberî li Kurdistanê bi dawî nebe."
 
Daxuyanî bi çepikan bidawî bû.