Jinan bertek nîşanî qedexekirina mîhrîcana Dêrsimê dan

  • 11:39 27 Tîrmeh 2018
  • Ekolojî
DERSİM - Jinên ku ji bo beşdarî Mîhrîcana Xwezayê û Çandê ya Dêrsîmê bibin hatibûn Dêrsimê bertek nîşanî qedexekirina mîhrîcanê dan û peyama têkoşîna hevpar a li dijî qedexeyan dan. 
 
Walîtiya Dêrsimê Mîhrîcana Xwezayê û Çandê ya Dêrsîmê bi hinceta "Ji rêxistinê re fînansê û endaman dide qezençkirin" qedexe kir. Jinên ku ji bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin Dêrsimê ji bo mîhrîcanê bertek nîşanî mîhrîcanê dan û anîn ziman ku çi dibe bila bibe ew ê mîhrîcanê çê bikin. 
 
Hulya Ayerdem a ku ji bo beşdarbûna mîhrîcanê ji Enqereyê hat Dêrsimê anî ziman ku ew di rê de hîn bûne ku mîhrîcan hatiye qedexekirin û got:"Em fam nakin ku ji bo çi mîhrîcan qedexe kirin. Divê ev mîhrîcan nehata qedexekirin."
 
Meyrem Poyraz jî got:"Dewlet çima piştgiriyê dide mîhrîcanên li Efyonê û li Qersê çê dibe lê ya Dêrsimê qedexe dike. Dewlet bi nêrînek cuda li mîhrîcana Dêrsimê dinêre, lê ev nêrîn ne rast e. Em jinên wekî Dêrsimê vê qedexeyê nas nakin û şermezar dikin. Gelek mêvan û tûrîstên ku hatin vir mexdûr kirin."
 
'Dê Dêrsim li dijî zext û qedexeyan têbikoşe'
 
Songul Yildirim jî bertek nîşanî qedexeyê da û got:"Dê Dêrsim li dijî zext û qedexeyan têbikoşe. Mîhrîcan di roja dawiyê de qedexe kirin em vê yekê bi zimanekî tund şermezar dikin û em dibêjin dê têkoşîna me bidome."
 
Sakîne Goktaş a ku ji bo beşdarbûna mîhrîcanê ji Stenbolê hat got:"Ez berê qet beşdarî mîhrîcanê nebûbûm. Min tenê mîhrîcana Dêrsimê ji televizyonê temaşe kiribû û min gelekî ecibandibû. Em û gelek kesên ji bo mîhrîcanê hatin mexdûr bûn. Em qedexekirina mîhrîcanê şermezar dikin."
 
'Bila qedexe bê rakirin'
 
Beren Yildirim jî diyar kir  ku hemû kes bi kelacanek mezin li hêviya mîhrîcana Dêrsimê bûn, divê qedexe bê rakirin.