Li Heskêfê di bin axê de şikeft hatin dîtin

  • 16:38 26 Tîrmeh 2018
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatên ji bo Benda Ilisûyê yên ku wê Heskêfê di bin avê de bihêle didome. Li Heskêfê di encama xebatên kolandinê de di binê zeviyê ku bi salan wekî bîstan dihat bikaranîn şikeftek 5 qatî hat dîtin. 
 
Li Heskêfa ku dê ji ber Benda Ilisûyê di bin avê de bimîne û dîroka wê ya 12 hezar salan dê bê tunekirin di encama xebatên kolandinê de şikefta 5 qatî hat dîtin. 
 
Di bin bîstanên ku li Kuçeya Sahayê ya Heskêfê de di encama xebata kolandinê de şikeftên nû hatin dîtin. Wêneyên şikeftan ji aliyê welatiyên li bajêr li ser hesabê medyaya civakî hatin parvekirin. 
 
Ev şikeftana jî dê wekî yên din di bin avê de bimînin.