Omeryan dişewite: Alavên agir digihîjin gundê Çalê!

  • 10:18 26 Tîrmeh 2018
  • Ekolojî
MÊRDÎN - Li herêma Omeyan a girêdayî Nisêbînê bi hinceta operasyona leşkerî şewat hat derxisitin. Gundiyan diyarkir ku alavên agir xwe digihînin gundikan û banga lezgîn kirin.
 
Li Nisêbîna Mêrdînê li herêma Omeryanê ku operasyoneke leşkerî ya berfireh hat destpêkirin di encamê de li bejahiya gundê Çalê yê herêmê şewat derket. Şewata ku mudaxele lê nehat kiririn bû sedema şewata bi sedan daran. Li şewatê tu mudaxele nehat kirin û gundiyan bi derfetên xwe xwestin li hin herêman mudaxele li şewatê bikin. Herwiha şewata ku mudaxele lê nayê kirin hat ragihandin ku alvên agir xwe digihînin gundê çalê û gundikê Serêkaniyê.
 
Gundiyekî ku bertek nîşanî şewata hat derxistin da wiha got: "Li gund qet ciwan tune ne. Ger ku em bixwazin şewata hatiye derxistin vemirînin ew ê me  gulebaran bikin û ger ku em venemirînin jî em ê bişewitin."
 
Parlamentera Mêrdînê ya HDP'ê Pero Dundar jî diyar kir ku wan şewata di ecama operasyonan de li herêmê derketiye sala çûyî birine meclisê  û wiha axivî: "Ji duh ve kesek nikare biçe gund û îro jî bi zanebûn şewat hatiye derxistin. Niha di vê rewşê de jiyana welatiyan ne di ewlehiyê de ye. Me ev ji meclisê jî anî ziman."