'Jinwar bingeha jiyanek bextewar ava dike'

  • 09:03 25 Tîrmeh 2018
  • Ekolojî
Şîrîn Zêrevan-Rojda Seyîtxan
 
DIRBÊSIYÊ - Bingeha gundê jinê Jinwarê di 25'ê Mijdara 2016'an di Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de li nêzî Dirbêsiya Kantona Cizîrê hat avêtin. Ji 8'ê Adara 2018'an heta niha amadekariyên ji bo Gundê Jinwarê didome. Projeya Jinwarê li derveyî welat jî rastî eleqeyek mezin hat û sazî, dezge û mirovên navdar çûn serdana Jinwarê. Derbarê amadekariyên herî dawî de Endama Komîteya Amadekar a Jinwarê Rûmet Heval got ku xebatên wan bi lezgînî didome û ji ber ku Jinwar bingeha jiyanek bextewar ava dike ew taybetmediyek girîng didin xebatên ji bo wê.  
 
Bingeha gundê jinê Jinwarê di 25'ê Mijdara 2016'an di Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de li nêzî Dirbêsiya Kantona Cizîrê hat avêtin. Ji 8'ê Adara 2018'an heta niha amadekariyên ji bo Gundê Jinwarê didome. Projeya Jinwarê li derveyî welat jî rastî eleqeyek mezin hat û sazî, dezge û mirovên navdar çûn serdana Jinwarê. Derbarê amadekariyên herî dawî de Endama Komîteya Amadekar a Jinwarê Rûmet Heval anî ziman ku Jinwar dê ji bo parastina mafê jinê mînakek dîtbar be. 
 
Rûmet Heval diyar kir ku avakirina gelek avahiyan ên li Jinwarê hatiye asta dawî û wiha got:"Heta niha 30 mal amade bûne. Akademiya ku jinê tê de perwerdeyê bibîne nêvî bûye. Avakirina nexweşxaneyê jî hatiye asta dawî. Ji aliyekî din ve jî dibistana ji bo zarokan tê avakirin. Zarokê dê heta pola şeşa li vê dibistanê bixwînin. Hemû jin li vir bi awayekî komînal alîkariya hev dikin."
 
'Jinwar warê hemû jinan e'
 
Rûmetê da zanîn ku Jinwar warê hemû jinan e, hemû jin dikarin werin li wir di nava aramiyê de bijîn û wiha domand:"Gundê Jinwarê gundê Netewa-Demokratîk e. Hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê dikarin li Jinwarê bijîn. Ew ê jin ji  zihniyeta baviksalarî dûr û bi rengekî azad li Jinwarê bijîn. Li Jinwarê dê piştgiriya derûnî jî bê dayin. Ji bo hevserên şehîdan jî dê li Jinwarê jiyan xwedî taybetmendiyek cuda be."
 
'Jinwar dê ji bo parastina mafê jinê mînakek dîtbar be' 
 
Rûmetê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Piştî ku Jinwar avakirina wê temam bû em hemû jinan vedixwînin Jinwarê û em dibêjin ku Jinwar dê ji bo parastina mafê jinê mînakek dîtbar be."