Ji bo civakê dibin çavkaniya kedek dîtbar

  • 09:03 24 Tîrmeh 2018
  • Ekolojî
Dîlber Mihemed
 
SERÊKANIYÊ - Jinên Rojavayê Kurdistanê ji bo aboriya xwe geş bikin, bi awayekî çalak di nav xebatên Baxçeyê Rojava de cihê xwe digirin û ji bo civakê dibin çavkaniya kedek dîtbar.
 
Li Bajarê Sêrêkaniya Rojavayê Kurdistanê bi projeyên nû jin di gelek qadên xebatê de bi hêz û îradeya xwe ya azad cihê xwe digirin. Ji van cihên ku jin bi awayekî çalak lê dixebitin yek jê Baxçeyê Rojava yê ku di sala 2015'an de ji aliyê Komîteya Aboriya Kongreya Star hat avakirin e. 
 
Kedkara Baxçeyê Rojava Fida Şebelî da zanîn ku dema ku ew dixebite ew bextewar dibe û got:"Karê ku li Baxçeyê Rojava tê kirin du beş in. Beşek ji bo zebzeyên zivistanê ne, ya din jî ji bo zebzeyen wekî bacan, îsot, firîngiyan e. Em her sibeh saet di heftê sibehê de dest bi kar dikin û heta saet duduyên piştî nîvro karê me berdewam dike. Tevî ku em di warê anîna derman û bizir de zehmetiyê dikişînin jî dîsa em karê xwe didomînin. Em diwestin lê em kêfxweş in ku em dixebitin û li ser piyên xwe disekinin."
 
'Em jiyanek komînal dijîn'
 
Fidayê da zanîn ku dema ew li Baxçeyên Rojava dixebitin jiyanek komînal dijîn û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji ber ku em di nav şerdên wekhev de xebata xwe dikin em gelekî kêfxweş in. Em dixwazin Baxçeyê Rojava mezintir bibe û xebata me ya bi vî rengî her bidome."