Dîcle, Murat û Firat ziwa dibin

  • 09:09 20 Tîrmeh 2018
  • Ekolojî
Gulîstan Azak
 
AMED - Çemên Dîcle, Murat û Firatê ji ber HES, bendav û kanên xîzê hatine asta ziwabûnê. Ekolojîst Suna Sumer da zanîn ku ev rewş wê hilweşînek civakî û gerdunî biafirîne.
 
Ekolojîst Suna Sumer derbarê texrîbata li ser çeman de nirxandin kir û diyar kir ku li Kurdistanê hişkesaliya herî mezin a 30 salên dawî tê jiyîn û sedema vê hişkesaliyê jî HES, bendav û kanên xîzê yên li ser çem hatine avakirinê ne.
 
‘Av wek alava razemeniyê tên bikaranîn’
 
Sunayê destnîşan kir ku HES û bendav jî parçeyek GAP’ê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Armanc ev e ku avê bikin bin kontrola xwe.  Avên dikin bin kontrola xwe wek alava razemeniyê tên bikaranîn. Projeyê li ser çeman hatine avakirin digihêjin salên 1980’ê.”
 
‘Pêşî li herîkîna Firat û Dîcleyê digirin’
 
Sunayê bi lêv kir ku armanca van projeyan ev e ku pêşî li herîka Firat û Dîcleyê yên diherin Sûriye û Iraqê bigirin û projeyên dişibin vê di dema Sedam Huseyîn û Hafiz Esad de jî pêk hatine. 
 
Sunayê daxuyakirin ku ev pêkanîn rê li ber texrîbatên mezin ên venagerin dikin.