Li Silopiyayê birîna daran dewam dike

  • 15:06 5 Cotmeh 2022
  • Ekolojî
ŞIRNEX - Li Şirnexê birîna daran dewam dike. Hat zanîn ku li gundê Gitayê birîna daran hatiye destpêkirin. 
 
Li Herêma Besta û çiyayên Cûdî û Gabarê di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan demek dirêj e dar tên birîn. Heta niha bi tonan dar hatine birîn û wan vediguhêzin derveyî bajêr. Hat zanîn ku li gundê Gitayê jî birîna daran hatiye destpêkirin. 
 
Birîna daran bêyî destûra gundiyan tê kirin.  Tevî bertek û nerazîbûnên gundiyan jî gelek dar hatin birîn. Darên ku hatin birîn ji derveyî bajêr re hatin şandin.