Li Silopiyayê birîna daran dewam dike 2022-10-05 15:06:50   ŞIRNEX - Li Şirnexê birîna daran dewam dike. Hat zanîn ku li gundê Gitayê birîna daran hatiye destpêkirin.    Li Herêma Besta û çiyayên Cûdî û Gabarê di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan demek dirêj e dar tên birîn. Heta niha bi tonan dar hatine birîn û wan vediguhêzin derveyî bajêr. Hat zanîn ku li gundê Gitayê jî birîna daran hatiye destpêkirin.    Birîna daran bêyî destûra gundiyan tê kirin.  Tevî bertek û nerazîbûnên gundiyan jî gelek dar hatin birîn. Darên ku hatin birîn ji derveyî bajêr re hatin şandin.