Li ber santrala Termikê ya Silopiyê bang kirin: Xebatên santralan bi dawî bînin!

  • 13:18 19 Îlon 2022
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Koalîsyona Edaletê ya Avhewayê di çarçoveya serdanên xwe yên ‘Kerwana Mezopotamyayê’ de li ber santrala termîkê ya Silopiyayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê xebatên termîk santralê ya Silopiyayê bi dawî bibin.
 
Koalîsyona Edaletê ya Avhewayê serdanên xwe yên ‘Kerwana Mezopotamyayê’, di roja 3’yemîn de berdewam dike. Koalîsyon îro têkildarî termîk santralê ya li Silopîyayê ya Şirnexê, li ber santralê daxuyaniyek li dar xistin. Pêkhateyên koalîsyonê beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Tevlî kerwana Mezopotamyayê bibe û santralên termîkê bigire” vekirin.
 
‘Santral dibe sedema pirsgirêkên cidî yên tendurîstiyê’
 
Li ser navê koalîsyonê metna daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta ekolojiyê Demet Parlar ve hate xwendin. Demet diyar kir ku qeyrana avhewayê her diçe kûrtir dibe û wiha axivî: “Santrala Termîkê ya Silopiyayê ku bi hevkariya Ciner-GSD Holdingê li Şirnex-Silopiyayê tê xebitandin û kanzaya asfaltê ya li herêmê wek sotemenî tê bikaranîn, Santrala Termîkê ya Silopiyayê santrala herî mezin a Şirnexê ye û tekane santrala termîkê ya ku ji asfaltitê tê xebitandin e. Ev proje di sala 2009’an de dest pê kir û di sala 2015’an de dest bi xebatê kir. Wek santralên komirê, Santrala Termîk a Asfaltit a Silopiyayê jî hewa, av û ax qirêj dike û di serî de nexweşiyên penceşêrê û nefesê li gelê herêmê dibe sedema pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê. Santrala Termîk a Silopiyayê ku bi bihayê 800 milyon dolarî tê xebitandin berdewam dike, lê tê zanîn ku lêçûna enerjiya nû û paqij kêm e û ji bilî zirarên wê yên ekolojîk, hilberîna elektrîkê di warê aborî de jî giran dike. Buhayê vê lêçûnê bi zêdekirina fatûreyên elektrîkê ji welatiyan re tê kirin.”
 
‘Divê Tirkiye li dijî van qeyranan gavên şênber biavêje’
 
Demet, anî ziman ku li Tirkiyeyê divê bi lezginî ji bo kêmkirina gazên serayê û kêmkirina emîsyonê nexşerêyek cidî amade bike û got: “Di vê çarçoveyê de divê nexşerêyek bê amadekirin ku heta sala 2030’yî hemû santralên komirê bên girtin. Lewra pêwist e ku Tirkiye ji bo pêşiya van qeyranan bigire û başkirina şert û mercên civakî yên beşên xizan gavên şênber biavêje. Di çarçoveya vê plansaziyê de divê xebatên Santrala Termîk a Asfalît a Silopiyayê bi dawî bibin û ji gelê herêmê ku debara xwe bi termîk santralê ve dikin derfetên kar bê dayîn. Weke Koalîsyona Edaleta Avhewayê em ê dev ji têkoşîna xwe ya girtina santralên termîkê û daxwaza xwe ya cîhanek adil bernedin.”