Gundiyên gundên Elkê li hemberî projeya bendavê bi bertek in

  • 13:45 7 Îlon 2022
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Di navbera gundên Geznex û Germawê yên girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê projeya santrala termîk û bendavê li gel bertekên gundiyan tê pêkanîn.  
 
Di navbera gundên Geznex û Germawê yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê de ji 3 hefteyan zêdetire  ku projeya santrala termîk û çêkirina bendavê hatiye destpêkirin. Hat diyarkirin ku qada tê xwestin lê bendav û santral were çêkirin qadeke ku xeteriya hezaz lê çêbibe heye ku dikare zerarê bide gundên li derdorê.
 
Ji bo projeya ku pêk tînin bi kemçeyan ketine nav zeviyên gundiyan û bêyî destûra wan dikolin. Gundiyên ku li dijî projeyê bi bertek in anîn ziman ku bi projeya tê pêkanîn re ava ku gundî pê baxçeyên xwe avdidin jî tê qutkirin. Gundiyan xwest ku demildest proje bê rawestandin.