Li Colemêrgê 3 roj e daristan dişewitin

  • 14:51 30 Tebax 2022
  • Ekolojî
COLEMÊRG - Şewata daristanên gundê Marûnis ê girêdayî Colemêrgê ku bi guleberdana leşkeran derketibû 3 roj in didome û leşker welatiyên ku dixwazin şewatê vemirînin asteng dikin.
 
Li gundê Marûnis ê girêdayî Colemêrgê 28'ê Tebaxê carek din şewat derket. Hate diyarkirin ku leşkerên ku derketine operasyonê û baregehên leşkerî bi çekên giran gule berdane daristana ku 15 rojan şewat lê dom kiribû û dîsa agir berdane daristanê. Şewata ku di 28 tebaxê danê nîvro de dest pê kiriye, 3 roj in didome û ji aliyê çu kesê ve nehatiye vemirandin. Ev cara duyemîn e daristanên li zozanên gundê Marûnis dişewitin û deng ji peywirdarên Midûriyeta Daristanan a Colemêrg û Şaredariya Colemêrgê dernakeve. Hat ragihandin ku leşker welatiyên ku dixwazin biçin şewatê vemirînin, asteng dikin.
 
Hêjayî bibîrxiwstinê ye ku di 12’ê Tebaxê de, di navbera endamên HPG’ê û leşkerên tirk de şer û pevçûnek qewimî bû. Piştî pevçûnê di heman rojê de leşkeran bi çekên giran herêma ku daristan û giyayên hişk lê zêdeye gulebaran kiribûn û ji ber vê yekê agir bi daristanê keti bû. Hatibû ragihandin ku şewata li daristanên Marûnisê dest pê kiribû û heta zozanên gundê Kûtos û herêma Çiyayê Şinê belav bûbû, di roja 15’emîn de xwe bi xwe vemirî ye. Di encama wê şewata 15 rojan dom kiribû de, bi hezaran metrekareyan zêdetir daristan bûbû xwelî.