Li Colemêrgê agir bi daristanê ket

  • 15:07 29 Tebax 2022
  • Ekolojî
COLEMÊRG - Li gundê Merûnîs ê girêdayî Colemêrgê ku agirê bi daristanê hat xistin piştî 15 rojan bi xwe vemirî, li heman cihê careke din piştî operasyona leşkerî agir bi daristanê ket.
 
Li gundê Marûnîs ê Colemêrgê piştî operasyona leşkerî carke din agir bi daristanê ket. Di 12'ê Tebaxê de piştî operasyoa hatibû kirin li qada daristanê ji ber guleyên bi çekên giran hatin berdan agir bi daristanê ketibû. Agirê ku her diçû belav dibû di roja 15'an de bi xwe vemirîbû.
 
Ji ber agirê belav bû qadeke mezin a daristanê şewitî.
 
Hat diyarkirin ku duh jî li heman cihî leker çûne operasyonê û bi çekên giran agir berdana daristanê. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin girtin agirê hatiye pêxisitn hîna nehatiye vemirandin.