Li Colemêrgê agirê bi daristanê hat xistin piştî bi rojan bi xwe vemirî

  • 15:23 26 Tebax 2022
  • Ekolojî
 
COLEMÊRG - Şewata daristanê ya li gundê Marûnis ê Colemêrgê yÊ di encama operasyona leşkerî de di 12'ê tebaxê de rû dabû, piştî 15 rojan xwe bi xwe vemirî. 
 
Şewata daristanê ya li gundê Marûnis ê Colemêrgê ya di encama operasyona leşkerî de rû daye piştî 15 rojan bi xwe wemirî. Di 12’ê Tebaxê de, di navbera endamên HPG’ê û leşkerên tirk de şer û pevçûnek qewimî. Hat diyarkirin ku piştî pevçûnê eskeran bi çekên giran herêma ku daristan û giyayên hişk lê zêdeye gulebaran kiriye û ji ber vê yekê agir bi daristanê ketiye. Hat ragihandin ku şewata ku li daristanên Marûnisê dest pê kirî û heya zozanên gundê Kûtos û herêma Çiyayê Şinê belav bûyî, di roja 15’emîn de xwe bi xwe vemirî. Hat diyar kirin ku di şewata nêzî 15 rojan domkir de bi hezaran metrekareyan zêdetir daristan buye xwelî.
 
Hat hînbûn ku di nava 15 rojan de Midûriyeta Daristanan a Colemêrgê tenê 2 rojan çuye cihê şewatê, karkerên Midûriyetê tenê şewat temaşe kirine û bi tu awayî mudaxileyî şewatê ne kirine.