Daristanên li gundê Marûnisê 12 roj in dişewitin

  • 14:28 23 Tebax 2022
  • Ekolojî
 
COLEMÊRG - Şewata daristanê ya li gundê Marûnis ê Colemêrgê ya di encama operasyona eskerî de rû daye 12 roj in didome. Hate zanîn ku leşker nahêlin welatî biçin şewatê vemirînin.
 
Hat diyarkirin ku şewata daristanê ya li gundê Marûnis ê Colemêrgê ya di encama operasyona eskerî de rû daye didome. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di 12’yê tebaxê de di navbera endamên HPG’ê û eskeran de pevçûnek rû daye. Hat diyarkirin ku piştî pevçûnê eskeran bi çekên giran herêmê gulebaran krine û ji ber vê agir bi daristanê ketiye. 
 
Hat ragihandin ku şewata ku 12 roj in li daristanên Marûnisê dest pê kiriye, heya zozanên gundê Kûtos û herêma Çiyayê Şinê belav bûye. Welatiyên li herêmê dijîn diyar kirin ku çend roj in dixwazin biçin şewatê vemirînîn, lê esker nahêlin biçin û peşiya wan digirin. Hat hînbûn ku ev 12 roj in bi tu awayî mudaxileyî şewatê ne hatiye kirin û şewat ber bi gundê Anîtos, Kutos, Çiyayê Şinê û Zozanên Qewalê ve diçe.