Aktîvîsta ekolojiyê: Mirovahî bi tunebûnê re rû bi rûye

  • 09:04 22 Tebax 2022
  • Ekolojî
Marta Somek
 
STENBOL - Aktîvîsta ekolojiyê Ecehan Balta ku tevli ‘nîqaşên havînê’ ya HDK’ê bû wiha got: “Têkoşîna ekolojiyê ku parastina axê ye. Pêvajoyeke ku cureyê mirovahiyê berbi tunebûna girseyî ve diçe tê payîn. Ji ber vê rewş lezgîne. Hemû tevgerên azadiyê divê çi ji destê wan tê bikin.”
 
Nîqaşên Havînê ya ku ji aliyê HDK’ê ve  bi mijarên wekê pirsgirêka kurd, kapîtalîzm, ekolojî, ked, penaber û gelekên din pêk hat li navenda giştî di navbera dîrokên 31’ê tîrmeh û  21’ê tebaxê de çar hefteyan her yekşem navbera 110.00 û 18.00’an de pêk hat. 
 
Hefteya sêyemîn de Berxwedanên Ked û Ekolojiyê û di bin vê de sernav hatin nîqaşkirin. Aktîvîsta ekolojiyê Ecehan Balta ku tevli runiştinê bû der barê mijarê de ji ajansa me re axivî. 
 
Têkoşîna ekolojiyê
 
Ecehanê da zanîn ku xebatên HDK’ê gelek girîngin û Nîqaşên Havînê jî bi heman awayî gelek bi fêde bûne û wiha daxuyand: “Me nokteyên hevpar yên tevgera ked û ekolojiyê têde hevpar bûn nîqaş kir. Me dît ku tevgerên ked û ekolojiyê ji hev cuda nînin. Tevgera kedê çawa divê sosyalîst û dijkapîtalîst be divê tevgera sosyalîst jî ekolojîst be. Min ev carek din dît. Divê têkoşîna ekolojiyê bibe mayînde. Divê em vê bikin rojeva muxalîfan.”
 
Ji bo kulmek ax têkoşîn..
 
Ecehanê da zanîn ku hemû partiyên siyasî yên di HDK, HDP û tifaqa demokrasiyê de cih digirin divê bernameyên reforma çandê ya piştgiriyê dide hilberînerên biçûk bike bernameya xwe û got: “Têkoşîna ekolojiyê ne tiştekî ku tevgera ekolojîst a cîhanê, komek ciwan an jî hinek ekolojîk pêk tine ye. Ev têr nake. Divê hemû tevgera sosyalîst û dijkapîtalîst û tevgera azadiyê peywira xwe bîne cih. Divê ji bo kulmek axê em têbikoşin.”
 
Mirovahî bi tunebûnê re rû bi rûye
 
Ecehanê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Netewên yekbûyî heta sala 2050 yek û nîv heta 2100 salî jî sê derece zêdebûna germê dipên. Ev hemû pêk bên wê gelek cureyê zindayan tune bibin. Curebûna biyolojîk wê bi rêjeyek mezin tûne bibe. Wê cureyê mirovahiyê jî bikeve xetereyê. Krîzên birçîbûnê, karasetên mezin, hilweşînên civakî wê pêk bên. Ji ber vê divê  muxaleyek lezgîn bê kirin.”
 
Xeyala jiyanek wekhev
 
Ecehanê da zanîn ku ji bo nifşên pêş xeyala ku jiyanek wekhev û adîlane bê hiştin êdî ne raste û wiha dawî lê anî: “Em bi mijareke cidî ku ji neviyên me re cîhanek nayê avakirin re rû bi rû ne. Ji bo berdewambûna cureyê zindiyan cihanek adîlane û wekhev divê hebe. Ji bo vê jî divê em ne sibê îro vê pêk bînin. Nîqaşên havînê pir baş derbas bûn. Min hemû kesên tevli bûn pîroz kir. Bi hêvî bû. Em hewl didin. Divê xebat bên zêdekirin. HDK’ê di vê mijarê de pratîkek ku pêşiyê vedike nîşan daye.”