Talana xwezayî ya li Cûdî û Bestayê dewam dike

  • 12:14 24 Gulan 2022
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Bi destpêkirina operasyonên leşkerî yên li Çiyayê Cûdiyê re birîna daran û qedexe didomin. Her wiha li Bestayê jî birîna daran û operasyon didomin. 
 
Li Çiyayê Cûdiyê yê li kendalê Şirnexê dinêre ketina gundan tê qedexekirin, operasyon tên destpêkirin. Ji aliyekî jî li herêmên Bênavya û Nevava jî birîna daran didome. 
 
Cerdevanên ji Bajarokên Sêgirkê û Hilalê yên girêdayî Qilebanê tên li Besta û Cûdiyê daran dibirin. Bi tonan dar tên birîn û ev dar bi TIR'an barî derveyî bajêr tên kirin. 
 
Qedexeyên li gundan didomin
 
Her wiha ji ber pevçûnên li Cûdiyê di 11'ê Gulanê de ketin û derketina gundên  Avgamasya, Serêdehlê û Şilêrît hat qedexekirin.