Talana xwezayî ya li Cûdî û Bestayê dewam dike 2022-05-24 12:14:38     ŞIRNEX - Bi destpêkirina operasyonên leşkerî yên li Çiyayê Cûdiyê re birîna daran û qedexe didomin. Her wiha li Bestayê jî birîna daran û operasyon didomin.    Li Çiyayê Cûdiyê yê li kendalê Şirnexê dinêre ketina gundan tê qedexekirin, operasyon tên destpêkirin. Ji aliyekî jî li herêmên Bênavya û Nevava jî birîna daran didome.    Cerdevanên ji Bajarokên Sêgirkê û Hilalê yên girêdayî Qilebanê tên li Besta û Cûdiyê daran dibirin. Bi tonan dar tên birîn û ev dar bi TIR'an barî derveyî bajêr tên kirin.    Qedexeyên li gundan didomin   Her wiha ji ber pevçûnên li Cûdiyê di 11'ê Gulanê de ketin û derketina gundên  Avgamasya, Serêdehlê û Şilêrît hat qedexekirin.