Li Geverê biharê xwe bi pirpizêk û gangulokan nîşan da

  • 13:09 12 Nîsan 2022
  • Ekolojî
 
COLEMÊRG - Li Geverê pirpizêk û gangilokên ku mizgîniya biharê ne dîmenên rengîn derxistin holê.   
 
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî çileyê dijwar, bihara ku bi pirpizêk û gangilokan xwe da der, rengîniya xwezaya Geverê li ber çavna raxist. Pirpizêk û gangilokên ku li gundê Înanli Xalane vekirin, bi Çiyayê Cîlo re ku hîna berfa ser neheliyaye dîmenên  rengîn derxistin holê.