Li Geverê biharê xwe bi pirpizêk û gangulokan nîşan da 2022-04-12 13:09:15     COLEMÊRG - Li Geverê pirpizêk û gangilokên ku mizgîniya biharê ne dîmenên rengîn derxistin holê.      Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî çileyê dijwar, bihara ku bi pirpizêk û gangilokan xwe da der, rengîniya xwezaya Geverê li ber çavna raxist. Pirpizêk û gangilokên ku li gundê Înanli Xalane vekirin, bi Çiyayê Cîlo re ku hîna berfa ser neheliyaye dîmenên  rengîn derxistin holê.