Şewata li Gabarê bi xwe vemirî

  • 16:32 25 Îlon 2021
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Şewata ku berî 10 rojan li Çiyayê Gabarê derketibû, bi xwe vemirî.
 
Operasyona leşkerî ya ku berî 10 rojan li qadên Şêx Osman, Şeşçala, Çiyayê Bizinê, Êwan û Bênatê yên Çiyayê Gabarê dest pê kiribû, hê jî didome. Li gel destpêkirina operasyonê li herêmê şewat derketibû û heta li derdora gundê Bûnisra ya li herêma Gabarê, Çiyayê Bizina û derdora gundê Derşêw belav bibû. Şewata ku bi hinceta herêmên ewlehiyêne nedihat vemirandin, xwe bi xwe vemirî.