Şewata li Gabarê bi xwe vemirî 2021-09-25 16:32:19     ŞIRNEX - Şewata ku berî 10 rojan li Çiyayê Gabarê derketibû, bi xwe vemirî.   Operasyona leşkerî ya ku berî 10 rojan li qadên Şêx Osman, Şeşçala, Çiyayê Bizinê, Êwan û Bênatê yên Çiyayê Gabarê dest pê kiribû, hê jî didome. Li gel destpêkirina operasyonê li herêmê şewat derketibû û heta li derdora gundê Bûnisra ya li herêma Gabarê, Çiyayê Bizina û derdora gundê Derşêw belav bibû. Şewata ku bi hinceta herêmên ewlehiyêne nedihat vemirandin, xwe bi xwe vemirî.