'Mirina masiyan bi venêrînê dikare bê astengkirin'

  • 09:03 10 Gulan 2021
  • Ekolojî
Sema Çaglak
 
AMED - Mirina masiyan di demên dawîn de her ku diçe zêdetir dibe û ligel xwe fikaran jî çêdike. Seroka ÇMO'yê Fatma Akgun detnîşan kir kı mirina masyan bi tena serê xwe ne sedemek biçûk e û wiha axivî: “ Sedema mirina masiyan a yekser projeyên HES û bendav in. Lê belê sedemek a girîngn jî kêmasiya venêrinê ye.”
 
Her ku diçe germbûna kurevî û guhertina avhewayê bêtir bandorê li cîhanê dike. Her wiha di demen dawîn de ji ber gelek sedemên li dijî xwezayê mirina masiyan a bi şik ket rojevê û bû sedema fikaran. Li gundê Mîrelya ya navçeya Farqîna Amedê, di çem de bi hezaran masiyên mirî hatin dîtin. Li gor agahiyên destpêkê , dibe ew masî ji ber bikaranîna dermanên çandiniyê miribin. Welatiyên gund dîmenên wan masiyan girtin û li ser torên civakî belav kirine. Beriya niha jî di 22'yê Nîsanê de,  li gundê Saylar ê bajarokê Bismila Amedê, li peravên Dicle, dîsan bi hezaran masî miribûn. Her wiha dîsa li gundê Yuvacik yê Çinara Amedê jî gelek masiyên mirî hatibûn dîtin. Lê belê derbarê sedema mirina masiyan de tu agahî nehatibûn dayîn.
 
Têkîldarî mijarê Seroka Odeya Endezyarên Hawirdorê (ÇMO) ya Şaxa Amedê Fatma Akgun ji ajasa me re axivî û destnîşan kir ku  divê ji bo pêşîgirtina van bûyeran mekanîzmayên venêrînê bên pêşxistin.
 
‘Sedema sereke projeyên HES û bendav in’
 
Fatma diyar kir ku sedema mirina masiyan a sereke qirkirina xwezayê ye û projeyên bendavan ku li herêmê tên çêkirin aligîriya wê qirkirinê ya herî mezin e. Fatmayê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ketine rêjeya avê, kêmbûna rêjeya oksîjenê û germbûna avê jî bandorek li ser pêk tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mixabin li herêmê dermankirina ji bo çandiniyê zêde ye û  ew derman bi demê re tevlî ava binê erdê dibe. Bi vî awayî ava li bin erdê ku diherike rûbaran qirêj dibe.  Rûbara Dîcle û çavkaniyên avê yên din ji ber sedemên kana madenê, qadên beton, santral û tesîsên endustriyê û gelek bûyerên li dij xwezayê dibin sedema mirina masiyan. Ji ber vê yekê mudaxeleya hevsengiya xweza û qadên jiyanê, mudaxeleya jiyana hemû cûreyên zindîyan e. Lê mixabin di encamê de jî wekî ku li Farqînê bi hezaran masî mirin û dîmenên hem xeternak hem jî wicdanê mirov diêşînin derketin holê."
 
‘Ji bo berdewamiya çerxa ekosîstemê xeter e’
 
Fatmayê bilêv kir ku projeyên HES û bendavan li ser jiyana zindîweran bandorek neyînî dike û wiha axivî: " Em dizanin ku projeyên HES û berdavan rêjeya avê kêm dikin. Ew jî dibe sedem ku ekosîstem zirarek mezin bibîne. Heke em li ser vê mînakek bêjin; bi taybet piştî bendavê herikandina avê qels dibe û her ku diçe disekine. Bilindbûna avê kêm dibe û av vedikişe. Di heman demê de li gel van rewşên neyînî  şert û mercên demsalê jî bandorek li ser çêdike. Em dibînin ku ji ber qeyrana avhewayê rêjeya baranê kêm bûye û ew jî rêjeya oksîjenê kêm dike. Lewra mixabin gelek cûreyên ajalan ji ber vê mirin. Ez dixwazim li ser vê mijarê mînakek din jî bidim. Heke di nav avê de xortum an jî bûyereke bi vî şiklî pêk were li ser betonan derizandin û rûxandin jî çêdibe. Ew kavilên ku ji betonan derdikevin tevlî avê tên kirin û masiyan difetisinîn. Ango ev hemû projeyên ku li dijî xwezayê tên kirin hem li ser çerxa ekosîstemê hem jî ji bo berdewamiya jiyana ajalan xeteriyek mezin bi xwe re tîne."
 
‘Encama kêmasiya venêrînê ye’
 
Fatma destnîşan kir ku yek ji sedemên giring jî encama kêmasiya venêrînê ye û wiha pêde çû: "Kana madenê, fabrîka, rafineyên petrolê jî avê qirêj dikin. Bi taybetî di pêvajoya dawîn de yekser çandiniya endustrî û ligel vê dermankirina ji bo çandiniyê avê qirêj dike. Lê di vê mijarê de pêwîste ku em zêdetir li ser kêmasiya venêrînê bisekinin. Heke rayedar bi awayekî rêkûpêk venêrînê çêke û li ser vê mijarê mekanîzmayên xwe pêş bixe dê wê demê hinek pêşiya vê yekê bê girtin. gelaş û bermahiyên fabrîka û tesîsan hem rûbaran qirêj dike hem jî bereketa axê qels dike. Heke di mijara dermankirina çandiniyê de rêjeyeke zêde bê bikaranîn rêjeyên amonyûm û sûlfatê dikeve derveyî rêjeyên asayî. Ji ber vê divê ev pêkanîn hemû bên kêmkirin. Ev jî bi venêrînê û nêzikatiya hişmendiya ji bo derdorê çêdibe." 
 
‘Em ê demek dêz de lêkolînek berfirehî çêkin’
 
Fatmayê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser xebatên xwe yên derbarê mijarê û wiha axivî: " Me berê jî ev mijar dibihîstin û ji bo pêşîlêgirtina van bûyeran di nav hewildan û plansaziyan de bûn. Lê belê ji ber pandemiyê me nekaribû li cihê bûyerê lêkolîn bikira. Lê em wek sazî ji bo ku encameke bigirin em ê piştî cejnê xebatek berfireh û lêkolînê bikin."
 
‘Mirina masiyan ne tena sere xwe sedemek e’
 
Fatmayê anî ziman ku divê li cihên ku mirina masiyan pêk tê nimûneyên avê bêne girtin û li ser lêkolînên zanîstî bê kirin. Fatma, got: “Divê konrol û lênerînên cidî bên kirin. Ev mijar ne mijarek ji rêzê ye. Mirina masiyan fikarek mezin çêdike. Em vê tenê ne ji bo masiyan dibêjin. Ji ber ku di heman demê de gelek ajal jî ava Dîcleyê vedixwin û ev jî ji bo wan ajalan dikare telûkeyek pêk bîne. Her wiha di hewaya germ de gelek zarok xwe dixin nav avê. An jî gelek kes ji Çemê Dîcleyê masiyan dgirin. Ango mirina masiyan bi tena serê xwe ne sedemek biçûk e. Gelek bandorê lê ser mirov dike. Em wek ÇMO dixwazin ji bo vê mijarê nêzikatiyek hestiyarî hebe û bang dikin ku rayedar ji bo vê yekê peywira xwe bînin cih.”
 
‘Ji bo pêşeroja me neye windakirin divê xweza neyê qirkirin’
 
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de li ser rêyên çareseriyê jî sekinî û destnîşan kir ku çareseriya bingehîn bidawîkirina qirkirina ekolojîk û pêşxistina mekanîzmayên venêrînê ye. Fatma wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêwist e ku ji bo bidestxistina rant û berjewendiyên sîyasî xweza neyê fedakirin. Ji ber ku bi vê yekê em pêşeroja xwe winda dikin. Em ji bo rê li vê bigirin lez bikin.”