Qeyûmê Geverê qada hêşinahiyê veguherand gelaşxaneyê

  • 13:19 18 Nîsan 2021
  • Ekolojî
 
COLEMÊRG - Şaredariya Gever a Colemêrgê ku ji aliyê qeyûm ve tê rêvberin, qada hêşnahiyê ya li navçeyê ku bi navê "Nav darê reysa" tê binavkirin veguherand gelaşxaneyê. 
 
Tîmên paqijkirina berfê ên girêdayî Şaredariya Geverê, çile li navenda navçeyê di bin navê paqijkirina berfê de berfa ku kom kiribûn biribûn li qada hêşnahiyê vala kiribûn. Lê piştî ku berf heliya li şûna berfê komeke gelaşê derket holê û qada hêjiyaniyê jî bi xwe re veguherand gelaşxaneyê. 
 
Qda hêşnahiyê ku qeyûm veguherand gelaşxaneyê her demsala havînê ji bo zarokan wekî qada lîstikê û ji bo şêniyên navçeyê jî cihê seyranê bû.