'Talankirina xwezayê ya li Licê rawestînin'

  • 16:36 16 Nîsan 2021
  • Ekolojî
 
AMED - Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê têkildarî mijara birîna daran a çoltara Licê daxuyaniyek da û banga rawestandina birîna daran kir.
 
Hat diyarkirin ku di dema operasyona eskerî ya di 13’yê nîsanê de li gundên Dêrxus, Huseynîk, Karahasan û mezrayên girêdayî wan ên navçeya Licê ya Amedê hatibû destpêkirin de, gelek darên aîdî gundiyan hatibûn birîn. Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
  
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi bîr xist ku têkildarî birîna darên li navçeyê di çapemeniyê de derketine û wiha got: “Li gorî agahiyên ji gelê herêmê hatin bidestxistin, gelek darên aîdî gundiyan hatine birîn û li qamyonan hatin barkirin û kişandin. 
  
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Hemû cîhan hewl dide ku bandora qeyrana avhewayê kêm bikin. Li welatê me di encama birîna daran de, ji holê rakirina daristanan rewşa xetere dide nîşandan.” Di daxuyaniyê de hat xwestin ku demildest birîna daran bê rawestin.